Emerîka bo welatiyên xwe: Neçin Sûriyê dibe ku êrîş werin encamdan

Emerîka bo welatiyên xwe: Neçin Sûriyê dibe ku êrîş werin encamdan

Welat TV - Hewlêr 

Wezareta Derve ya Emerîka hişyarî da welatiyên xwe da ku neçin Sûriyê.

Wezareta Derve ya Emerîka di daxuyaniyekê de da zanîn, ji ber metirsiyên mazin ên terorê û tevlîheviyê, em welatiyên xwe hişyar dikin ku neçin Sûriyê.

Wezareta Derve ya Emerîka da zanîn, em welatiyên xwe agahdar dikin ku eger heye, êrîş li Sûriyê werin encamdan, û seranserî xaka Sûriyê ji tundûtûjiyê ne dûr e.

Wezaretê diyar kir, dibe ku bê hişyariyekê, êrîş werin encamdan, bazar, hotêl, û cihên din armanc bikin.

*Çaremîn car e

Ji aliyê xwe ve, Balyozxaneya Tişîk a li Sûriyê, beşê berjewendiyên Emerîkî da diyarkirin, ku çaremîn car e Wezreta Derve ya Emerîka hişariyê dide welatiyên xwe ku neçin Sûriyê, ji ber ku hîn metirsî hene û terorîst plan dikin teqînan encam bidin û cihên geştûguzarî armanc bikin, û welatiyan birevînin.

Balyozxaneya Tişîk a li Sûriyê, beşê berjewendiyên Emerîkî got jî, ji sala 2012an ve, balyozxaneya Emerîka karê xwe rawestandiye, li şûna wê balyozxaneya Tişîk karûbarên welatiyan û kar bi rê ve dibe.