Şanonivîsekî Kurd di nava 700 beşdarî de li festîvalekê yekem derçû

Şanonivîsekî Kurd di nava 700 beşdarî de li festîvalekê yekem derçû

Welat TV – Hewlêr

Şanonivîsê Kurd Hoşeng Wezîrî li festîvaleke Îmaratê, di nava 700 nivîskarî de yekem derçû.

Şanonivîsê Kurd Hoşeng Wezîrî li festîvala Fuceyra ya navdewletî di pêşbirka nivîsa şanogeriyê de ku bi "Monodaram" tê naskirin, di nav 700 nivîskarî de yekem derçû.

Li bajarê Fuceyra xula 11an a pêşbirkên nivîsên şanogeriyê "Monodrama" bi rê ve çû, tê de şanonivîsê Kurd Hoşeng Wezîrî bi nivîsa xwe ya bi navê "Esman ne ya te ye", bi ser ket û pileya yekê bi dest xist.

Nivîskarê Kurd Hoşeng Wezîrî ji bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê ye, derçûyê zanîngeha Bexdayê, kolêja hunerên ciwan, beşê derhêneriya şanogeriyê ye.

Sala 1994 berê xwe da Şamê. Di gelek kovar û rojnameyan de kar kiriye, û xwediyê bi dehan gotarên di warê şanogerî û derhêneriyê de ye.