Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cejna Qiyame pîroz dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cejna Qiyame pîroz kir, û hêvî kir ku ev cejn bibe sedema aştî, aramî û bihêztirbûna bingehîn bihevrejiyan li Herêma Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Bi helkefta hatina cejna Qiyame gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî xwşik û birayên Kirîstiyan ên li Herêma Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim".
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn "Hêvî dikim di xweşî û şadî de cejna xwe derbas bikin û ev cejna pîroz bibe sedema aştî, aramî û bihêztirbûna bingehîn bihevrejiyan, tebayî û xweşewîstiya navbera tevahiya pêkhateyên Herêma Kurdistanê".
Di dawiya peyama xwe de, Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: "Cejna Qiyame pîroz be û her tim di nava bextewerî de bin".