Berpirsekî rêjîma Esed li Der'ayê hat girtin

Berpirsekî rêjîma Esed li Der'ayê hat girtin

Welat TV - Hewlêr

Berpirsekî rêjîma Esed li Der'ayê ji aliyê hêzên ewlekariya giştî ve hat girtin.

Ewlekariya giştî li Der'ayê, ragihand ku hêzên wê Mihemed Mehmûd Bejbûc ku tê nas kirin bi Behmedna, piştî hilmetekê, girt.

Berpirsekî di ewlekariya giştî de got ku Bajbûc berpirsê grûpeke çekdarî bû û di heyama salên bûrî de li serdema rêjîma Esed tewan û binpêkirin li dijî sivîlan kiribûn.

*Efserek li Laziqiyê hat girtin

16 Nîsana 2025an, Wezareta Hundirîn a Sûriyê da zanîn, ku hêzên ewlekariya giştî Emîd Salim Daxistanî li Laziqiyê girt.

Wezaretê da zanîn, Daxistanî di hilmetekê de hat girtin, bi xwe serokê berê yê şaxê lêpirsînê di rêveberiya istîxabaratên esmanî de bû

*"Tawanbar û kujer dê werin girtin"

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' di daxuyaniyekê de gotibû, ku ew ê tawanbar û kujerên gelê Sûriyê bigirin û siza û dadgeh bikin.