Çilrojiya xebatkar Xalid Kemal Derwîş li Elmanya hat lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina Ewropa ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, PDK-S çilrojiya xebatkar Xalid Kemal Derwîş endamê Komîta Navendî ya partiyê li dar xist.
Merasîm li bajarê Volsborg ê Elmanya bi rê ve çûn, tê de nûnerên partî, komele, sazî û kesayetiyên siyasî û civakî beşdar bû.
Di merasîman de, gotar hatin xwendin, behsa xebata serkirde Xalid Kemal Derwîş hat kirin.
Gotara PDK-Sê ji aliyê Nafih Beyro ve hat xwendin, gotara Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê ji aliyê Dilşad Simo ve hat xwendin, her weha gota Partiya Pêşverû Şefîq Cangîr xwend.
Ji bilî gotarên siyasî, helbest û gotarên Komeleya Rewşenbîrî ya Kurdî û ya malbatê hatin xwendin.
*Xalid Kemal Derwîş.. Jiyaname
Di sala 1970 de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bû.
Xalid Kemal Derwîş, hilgirê bawernameya Bekaloriya bû, xêzandar e û 3 zarokên wê hene.
Di kongira 12emîn a PDK-Sê de sala 2023an, Xalid Kemal Derwîş bû endamê Komîta Navendî ya Partiyê.
7 Adara 2025an, li nêzîkî Hanover li Elmanya di temenê 55 saliyê de koça dawî kir.
Her weha bixwîne.. Baregeha Barzanî sersaxî ji malbat û hevalên serkirde Xalid Kemal Ehmed Derwîş re xwest