Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Mesîhiyan dike

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Mesîhiyan dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Qiyame li tevaya mesîhiyan pîroz kir, û got: Hêvîdar im cejn, xêr û xweşî û aştî û bexteweriyê ji bo tevahiya mirovayetiyê bi xwe re bîne.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: "Hatina cejna Rabûn (Qiyame) ya hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser bê), bi germî û ji dil ve li hemû welatiyên Mesîhiyên me yên li Herêma Kurdistan û Iraqê, her weha li tevahiya Mesîhiyên li cîhanê pîroz dikim".

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn, "Li vê cejna pîroz de, em hemûyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wekî her dem bi niştîmana firehrengî ya pêkhateyên wê dimîne û li bihêzkirina bihayên pêkvejiyan, lêbûrînî û rêzgirtina li hemû bîr û bawerî û nasnameyan berdewam dibe".

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir "Bila em hemû vê cejnê bikin derfetek ji bo nûkirina peymana yekrêzî û tebayiyê û ji bo xizmet, avadanî û pêşketina welatê xwe bi ruhê berpirsiyariya hevbeş kar bikin".