Welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji bilindkirina nirxê mazotê ne razî ne
Welat TV - Hewlêr
Nirxê mazotê li Rojavayê Kurdistanê bo nêzîkî duqatan hate bilindkirin û welatî ji ber vê yekê dilgiran û ne razî ne.
Roja Şemiyê "Rêveberiya Xweser" a PYD nirxê lîtra mazotê bo 6200 L.S bilind kir. Berya bilindkirinê nirxê lîtrê 4000 L.S bûn.
Welatiyên Rojavayê Kurdistan ji bilindkirina nirxê mazotê ne razî ne. Welatiyekî ji bajarê Qamişlo ji "Welat TV" re got ku mazot gelekî giran bûye nexasim li gorî vê rewşa jiyanê ya zehmet û kêmbûna dahatên xelkê.
Her weha welatiyekî din jî ku ji bilindkirina nirxê mazotê ne razî ye got: "Xelk matamayî maye, çandinî nebû... Eger ji me re derfetê vekin, em ê hemû ji vî welatî birevin".
Li gorî medyaya nêzîkî HSDê, berpirsekî gotiye ku "nirxê mazotê ji ber hebûna kêmahiyê di budceya giştî de hatiye bilindkirin".