Emerîka dana vîzayê bo El-Şeybanî û berpirsine din ên Sûriyê pejirand
Welat TV - Hewlêr
Emerîka li ser dana vîzayê bo derbasbûna Wezîrê derve yê Sûriyê û berpirsine din, ji bo beşdariyê di civînên Banka Navdewletî de, razî bû.
Mihemed Xanim endamê revenda Sûriyê li Emerîka Ragihand, Emerîka razî bû vîzayê bide Wezîrê derve yê Sûriyê Es’ed El-Şeybanî û herweha wezîrê Darayî û Berpirsê Banka Navendî ya Sûriyê.
Biryar e di rojên bên de civînên salan e yên Bank û Sindoqa Diravî yên Navdewletî li Waşintonê bi rê ve herin.
Li gorî Xanim, beşdariya Sûriyê di van civînên navdewletî yên giring de, gelek giring e ji bo piştgiriya Sûriyan di dubare avakirina welatê wan de.
تتوجّهُ الجالية السورية الأمريكية بالشكر للحكومة الأميركية، وبخاصة وزارة الخارجية، على منحها التأشيرات اللازمة لحاكم المصرف المركزي السوري ووزير المالية لحضور اجتماعات البنك الدولي في واشنطن الأسبوع المقبل، ولتسهيل سفر السيد وزير الخارجية إلى نيويورك.
— MG (@MhdAGhanem) April 19, 2025
إن حضور #سورية لهذه… pic.twitter.com/EpbF9jyFzb
Her di vê derbarê de Wezîrê Darayî yê Sûriyê Mihemed Yusir Birniyê ragihand ku Berî wan li Emerîka ye.
Birniyê got ku ew û Berpirsê Banka Navendî ya Sûriyê dê beşdariyê di civînên Bank û Sibdoqa Diravî yên Navdewletî bikin.
Li gorî Birniyê, ew ê hejmarek civîn û hevdîtinên dualî encam bidin: "Xwesteka wan ew e ku Sûriyê vegere nav sîstema darayî ya navdewletî û ew civîn bibin piştgir ji hewlên dubare avakirina Sûriyê re".