Welatiyekî Efrînê banga vegerandina mala xwe dike "Em li kolanan mane"
Welat TV – Hewlêr
Welatiyekî Efrîna Rojavayê Kurdistanê di rêya Welat TV re banga vegerandina mala xwe kir, û got: Em bê mal in û li kolanan mane
Xelîl Kemal Hisên got, fermandarekî bi navê Emar Ke’ko Ebû Cûd tê de ye li hember radestkirinê daxwaza pereyên zêde dike.
*4 salan di zîndanê de maye
Welatiyê Kurd da zanîn, ku 4 salan di zîndana rêjîma Esed de maye, piştî ketina Esed, hat serbestberdan lê mala wî li gundê Qîbarê yê Efrînê hatiye desteserkirin û çekdarê tê de, red dike mala wî radest bike.
Xelîl Hisên tekez kir, ku hewl daye mala xwe vegerîne, lê heta niha hewlên wî bê endam in, û çekdarê navbûrî li ser dane fidiyê li hember radestkirinê rijd e.
Xelîl Kemal Hisên got jî, ji bilî mala wî, otombîl jî hatiye dizîn, niha bê mal û li kolanan mane.
*Bang
Xelîl Kemal Hisên bang û hêzên ewlekatiya giştî û li her rêxistinan kir ku kar li ser vegerandina mala wî bikin.