Geştên esmanî di navbera Sûriyê û Îmaratê de dest pê kir
Welat TV - Hewlêr
Piştî çend salan ji rawestiyanê, yekem balafira sivîl ya Sûriyê gihişte Îmaratê.
Komîta Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku "îro yekem balafir ji balafirxaneya Şamê ya navdewletî berê xwe de Şarîqayê".
Berya çend rojan Komîta Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Îmaratê jî ragihandibû ku piştî çend salan ji rawestiyanê, geştên esmanî li gel Sûriyê dê 20 Nîsanê dubare dest pê bikin.