Xula duyem a Xîvetgeha Barzanî bi dawî hat
Welat TV - Hewlêr
Îro 20 Nîsana 2025an, çalakiyên xula duyem a Xîvetgeha Barzanî li devera Barzan, ku bi dehan kadirên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya tê de beşdar bûn, bi dawî hatin.
Merasîmên bidawîhatina Xîvetgeha Barzanî bi amadebûna serkirdayetiya PDK-S bi rê ve çûn, û kadirên beşdar bawernameyên beşdariyê wergirtin.
*15ê mehê dest pê kiribû
Xula duyem a Xîvetgeha Barzanî roja 15ê mehê dest pê kiribû, bi dehan ji kadirên PDK-S ji hemû deverên Rojavayê Kurdistanê Beşdar bûn.
*Semînarên siyasî û rewşenbîrî
Di çarçoveya çalakiyên vê xîvetgehê de, kadirên beşdar semînarên siyasî û rewşenbîrî wergirtin û serdana deverên Barzan kir û çalakiyên rewşenbîrî jî bi rê ve çûn.
Nûçeyên li ser çalakiyên Xîvetgeha Barzanî li vir bixwîne