Nêçîrvan Barzanî tekeziyê li ser azadiya çapemenî, derbirîn û peyva azad dike

Nêçîrvan Barzanî tekeziyê li ser azadiya çapemenî, derbirîn û peyva azad dike

Welat TV - Hewlêr 
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku Em bawer in ku çapemeniya azad, wêrek, berpirsiyar û rexnegir, hevpareke sereke ya avakirina Kurdistaneke dadperwertir û pêşkeftîtir e. Em pabendbûna xwe ya bi azadiya çapemenî û derbirînê û girîngiya parastina peyva azad wek bingeheke sereke ya demokrasiyê, pêşketin û civakeke tendurist û ewleh, tekez dikin.

*Pîrozbahî 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: "127-emîn salvegera weşandina rojnameya (Kurdistan) ji aliyê Mîr Mîqdad Mîdhet Bedirxan ve, herweha 27-emîn salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, bi germî û ji dil li hemû rojnamevan û medyakarên Kurdistanê pîroz dikim, ji wan re serkeftina zêdetir û pêşketina berdewam dixwazim".

*Azadiya çapemenî û derbirînê

Nêçîrvan Barzanî diyar kir "Di vê helkeftinê de, em pabendbûna xwe ya bi azadiya çapemenî û derbirînê û girîngiya parastina peyva azad wek bingeheke sereke ya demokrasiyê, pêşketin û civakeke tendurist û ewle, tekez dikin. Em ê xebata xwe ya ji bo çêkirina jîngeheke guncayî ji bo karê rojnamevaniyê ku gihîştina wan a agahiyan misoger dike û ji her asteng û qeydan dûr be, berdewm bikin ku tê de her binpêkirinek di çarçoveya yasaya çapemeniyê de bê çareserkirin".

*Çapemeniya azad û wêrek 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got jî "Em bawer in ku çapemeniya azad, wêrek, berpirsiyar û rexnegir, hevpareke sereke ya avakirina Kurdistaneke dadperwertir û pêşkeftîtir e. Lewra di vê helkeftinê de, weke ku me her tim kiriye, em rojnamevanan han didin ku pêgîrî profesyonelî, bêalîtî û rastbêjiyê bin, ji zêdegoyî û gotinên tund dûr bikevin û berjewendiya bilind a welat û aştiya civakî têxin beriya her tiştî û rola xwe ya çalak ya bicihkirina çanda piralîtî, bihevrejiyan, hevqebûlkirinê û lêborînê bilîzin".

*Şehîdên çapemeniya Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir "Di vê rojê de, em bi rêzdarî şehîdên çapemeniya Kurdistanê û her kesê ku di rêya gihandina rastiyê û xizmeta civakê de qurbanî dane bi bîr tînin û em rola rêxistinên navxweyî û navneteweyî ya çavdêriya azadiya derbirrînê li Kurdistanê bilind dinirxînin. Em wan piştrast dikin ku ji bo pêşxistina jîngeha çapemenî û medyayê li welatê xwe, em ji raporên wan sûdê digirin".