Serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê HSD civiyan
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel fermandarê HSD Mezlûm Ebdî civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, di civînê de dawîn pêşhateyên Sûriyê û pêwendiyên HSD û aliyên Siyasî yên Kurdî li Sûriyê li gel hikûmeta Sûriyê, hatin gengeşekirin.
Her weha dîtin û nêrîn derbarî metirsiyên terorê û rûbirûbûna gefên DAIŞê hatin pevguhertin.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya hevparî û beşdariya Kurdan û tevaya pêkhateyên Sûriyê di desthilat û birêvebirinê de û gerentîkirina mafên hemûyan, kir. Her weha li ser karê hevbeş û hevkariyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de, ji bo parastina ewlehî û aramiyê û rûbirûbûna metirsî û astengiyan, hevnerîn bûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn jî, pêwîstiya yekrêzî û tebayîyê di navbera hêzên Kurdî de li Sûriyê weke gerentiyekê ji bo pêkanîna daxwaz û mafên rewa yên Kurdan li wî welatî, û rewşa Kampa Holê û rola Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê ji bo rûbirûbûna DAIŞê, tewerekî din ê civînê bû.