Hunermend Îmad Kakilo stranek li ser serkeftina Konfiransa Yekrêziyê belav kir
Welat TV - Hewlêr
Hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê, Îmad Kakilo stranek li ser serkeftina Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê belav kir.
Hunermendê Kurd di strana xwe de fedraliyê pîroz dike û dibêje: Bi xêr hatî fedralî, li me pîroz be fedralî.
Îmad Kakilo di strana xwe de amaje bi her çar perçeyên Kurdî dike û banga yekîtiya hêzên Kurdî dike.
*Konfiransa Yekrêziyê
Duh 26ê Nîsana 2025an, Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li dar ket.
Di Konfiransê de tevgera Kurdî li ser nerîneke siyasî hevbeş li hev kir.
►Her weha bixwîne:
Îmad Kakilo kilîpek bi navê (Babîsok) belav kir
Îmad kakilo kilîpeke nû bi navê (Vegerin Welat) belav kir