ji Kûriyaya Başûr.. Gemiyeke barkirî bi 3200 otombîlî gihîşt bendera Tertûsê
Welat TV - Hewlêr
Gemiyeke barkirî bi 3200 otombîlî ji curên cuda ku ji Kûriyaya Başûrê gihîşt bendera Tertûsê.
Rêveberiya Bendrê û Desteya Xalên Bejayî û Deryayî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûrî, sibeha îro dest bi valakirina barê gemiyê kir û kamîreya Welat TV pirose ji nêzîk ve şopand.
*Yekem gemî ye
Aliyên peywendîdar dibêjin ku ev yekem gemiyê bi vê hejmara mezin dighe Bendera Tertûsê her weha yekem gemî ye piştî vegera peywendiyan di navbera Sûriyê û Kûriyaya Başûr de.
Ev pirose bi rêya Ajansa Deryayî ya Kûryaya Başûr ”CIG” û karbirêkarên wê li Sûriyê (Kompaniya Şerbatî û Şahîn) bi rê ve çû, û otombîl dê li bazarên Sûriyê werin belavkirin.
Li gorî aliyên peywendîdar, piştî 10 rojan gemiyeke din ku derdora 2000 otombîlî ji curên cuda li xwe digre dê bihe bendera Tertûsê.
Ev yekem gemiya barkirî bi otombîlan piştî hilweşîna Rêjîma Esed dighe bendera Tertûsê, ev yek dê bandorê li nirxê otombîlan li bazarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bike, welatî li benda erzaniyê ne û xwediyên pêşangehên otombîlan jî ji ziyanên egerkirî ditirsin.