Dewlet Bahçelî: Biryarên Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dijî yekîtiya Sûriyê ne
Welat TV - Hewlêr
Serokê Gîştî yê MHPê da zanîn ku biryarên Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li dijî yekparçiya Sûriyê ne.
Dewlet Bahçelî, di daxuyaniyeke de got: “Di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de li Qamişlo ku ji aliyê ENKS û PYDê ve bi piştevaniya Emerîka û Fransayê hatiye lidarxistin, behsa fedraliyê hatiye kirin, û sîstema navendî ya Sûriyê bûye mijara gengeşeyê”.
Bahçelî dilxweşiya xwe ji daxuyaniya hikûmeta veguhêz a Sûrî nîşan da, “ya ku dibêje banga nenavendiyê rêkeftina di navbera Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ û fermandarê HSD Mezlûm Ebdî de binpê dike”.
Bahçelî bang li DEM Partiyê kir ku li hemberî konfiransê helwestekê bide û bang li PKKê jî kir ku di zûtirîn dem de çekên xwe radest bike û pabendiyê bi banga Ocalan bike.
►Her weha bixwîne: Serokê ENKSê: Me Nenavendî ji bo hemû deverên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê daxwaz kiriye