Serok Barzanî tekeziyê li ser hemahengiyê ji bo nehiştina pirsgirêkan dike
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî tekezî li ser hemahengiyê di navbera aliyên siyasî de ji bo nehiştina pirsgirêkan kir.
Baregeha Barzanî da zanîn ku serok Mesûd Barzanî pêşwazî li hejmarek ji endamên pelremana Iraqê yên nûnerê parêzgeha Neynewa kir.
Baregehê da zanîn, Di hevdîtinê de rewşa parêzgeha Neynewa, rewşa welatiyan û xizmetguzariyê û proseya dubareavakirina parêzgehê gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de serok Mesûd Barzanî tekezî li ser hemahengiyê di navbera aliyên siyasî de ji bo nehiştina pirsgirêkan li parêzgehê kir.