Rabûna bahozeke bihêz û ketina dîwarekî bûn sedema mirina welatiyekî Qamişlo
Welat TV - Hewlêr
Welatiyekî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber rabûna bahozeke bihêz û ketina dîwarekî jiyana xwe ji dest da.
Jêderên xwecihî da zanîn, Mihemed Hemada Yasîn , dema li nav zeviyê xwe li bajarokê Girbawiyê kar dikir, bahozeke bihêz rabû û dîwarek di ser de ket û bi tundî birîndar bû.
Jêderan da zanîn, Yasîn bo nexweşxaneya Qamişlo hat veguhestin, lê ji ber birînên wî yên giran jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Hemada Yasîn 17 salî bû ji şêniyên gundê Sebha yê gundewarê Qamişlo ye.
Ji demekê ve, pêleke tozbarîn û bahozê li deverê rabûne, ji bilî ziyanên canî, ziyanên madî hatine tomarkirin.