"Amnesty" binpêkirinên Ceremana, Eşrefiyê û Berava Sûriyê şermezar dike

Welat TV – Hewlêr

Rêxisitna Lêbûrînê ya Navdewletî "Amnesty", binpêkirinên Ceremana, Eşrefiyê û Berava Sûriyê şermezar kirin, û banga rêzgirtin û parastinê li yasayên navdewletî yên mirovî kir.

Rêxisitna Lêbûrînê ya Navdewletî "Amnesty" di daxuyaniyekê li ser hejmara xwe ya "X" tekez kir metirsî li ser sivîlan li Sûriyê zêde bûye, û ji hemû aliyan xwest ku rêzê li yasayên navdewletî bigirin.

Bûyerên Cermana û Eşrefiyê

"Amnesty" da zanîn, li gel bilindbûna asta girjiyên leşkerî li her du deverên Cermana û Eşrefiyê Sehnaya li gundewarê Şamê, metirsî li ser jiyana bi dehên hezarên sivîlan ji pêkhateyên olî di nav de Durzî û Kiristyanan, çêbûye.

Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî ji hemû aliyan xwest ku rêzê li yasayên navdewletî yên mirovî bigirin, û rêyên ewleh ji bo derketina sivîlan ji cihên şer werin vekirin.

"Hikûmeta Sûriyê berpirs e"

"Amnesty" tekez kir, Hikûmeta Sûriyê berpirsiyar e di ber parastina ewlekarî û mafên hemû welatiyan ji hemû pêkhateyan, û divê lêkolînan derbarî gotarên tundrew ên li dijî kêmîniyan bike, û kesên berpirs li ser gotara Tayîfî werin sizakirin.

"Amnesty": "Binpêkirinên Beravê bi tawanêb cengî ne"

Rêxisitna Lêbûrînê ya Navdewletî "Amnesty" di daxuyaniyeke cuda de, li ser hejmara xwe ya "Facebook", got, li Berava Sûriyê komkujî hatin encamdan, ji yek malbatê ciwanek û di xwişkên wê hatine kuştin, yek bizîşk e û her ku xwişk dermansaz in.

Rêxisitna Lêbûrînê ya Navdewletî "Amnesty" diyar kir, ku ew komkujî tawanên cengî ne û divê hikûmeta Sûriyê tawanbarên wan tawanên hovane siza û dadgeh bike.