Hûrgiliyên girêbesta Hikûmeta veguhêz û kompaniyeke Frensî derbarî Bendera Laziqiyê

Hûrgiliyên girêbesta Hikûmeta veguhêz û kompaniyeke Frensî derbarî Bendera Laziqiyê
Hikûmeta veguhêz û kompaniyeke Frensî girêbestek derbarî bendera Laziqiyê îmze kir

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê girêbestek li gel kompaniyeke Frensî bo dema 30 salî ji bo pêşxistina Bendera Laziqiyê, Îmze kir.

Îro Pêncşemê, bi serperiştiya Ehmed El-Şeri', Desteya Giştî ya Dergehên Bejayî û Deryayî ya Sûriyê û Kompaniya "CMA CMG" ya Frensî li "Koşka Gel" li Şamê, girêbestek îmze kir.

Ehmed Mustefa rêvebirê Bendera Laziqiyê di daxuyaniyekê de got ku ev yekem rêkeftina weberhênanê ye li Sûriyê ku bi aliyekî navdewletî re piştî rizgarkirina Sûriyê, hatiye îmzekirin.

Mustefa got jî: "230 miliyon euro dê ji bo pêşxistina Bendera Laziqiyê werin weberhênan kirin û cihekî nû yê rawestiyana keştiyan were avakirin".

Derbarî dahatan, rêvebirê Bendera Laziqiyê da zanîn: "Dahatên benderê, dê di navbera CMA û Hikûmetê de werin dabeşkirin, 60 % ji Sûriyê re ye û 40 % ji Kompaniyê re ye".