"Ber Avê - Lê Nazo".. Hunermend Ednan Se'îd kilîpeke nû derxist

Welat TV - Hewlêr

Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Ednan Se'îd vîdiyo kilîpa xwe ya nû belav kir.

Kilîpa nû ya hunermend Ednan Se'îd ji du stranan pêk tê, bi navên "Ber Avê - Lê Nazo", û herdu jî ji gotin û awazên wî bi xwe ne.

Dîmenên kilîpê li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê, li ber "Pira Delal" hatine kişandin.

Tomarkirina stranê ya Sîdad Qedirî ye û Dijwar Se'îd muzîka wê belav kiriye. Her weha “Koma Aran” jî di wê kilîpê de beşdar bûye.

*Hunermend Ednan Se'îd

Ednan Se'îd di sala 1972yan de li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ji dayik bûye.

Di temenekî biçûk de dest bi huner û muzîkê kir û yekemîn kasêta wî ya stranan sala 1988an derket.