Nêçîrvan Barzanî: Bîranîna Onder her tim dê zindî bimîne
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê bi koça dawî ya Sirî Sureya Onder belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: "Bi xemeke mezin, min nûçeya koça dawîn a siyasetmedarê navdar ê Turkiyê, Sirî Sureya Onder, bihîst".
Da zanîn "Ji dil sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hevalên wî û DEM PARTÎ re dixwazim, hevsoz û hevxemê wan im. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku canê wî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şa bike û aramî û rehetiyê bide tevayan".
*Mînakek bilind a aştixwazî û mirovperweriyê nîşan da
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir "Onder çi wek alîkarê serokê perlemantoya Turkiyê û çi jî wek endamê şanda Îmraliyê, bi rol û hewl û tekoşîna xwe ya ji bo serxistina pêvajoya aştiyê li Turkiyê, bi bîr û kiryar û xebata xwe ya dilsozane ya ji bo aştî û biratiyê û bihevrejiyana aştiyane, mînakek bilind a aştixwazî û mirovperweriyê nîşan da ku cihê rêz û pêzanîna herkesî ye".
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got: "Ji ber vê yekê, bîranîna wî dê her tim di wijdana hemû wan kesan de yên ku baweriya wan bi aştiyê heye, zindî bimîne".