PDK-Sê careke din nivîsgeha xwe li Efrînê vekir
Welat TV - Hewlêr
Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-S nivîsgeha xwe li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê vekir.
Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê duh 4ê Nîsana 2025an ragihand ku bi fermî nivîsgeha xwe li navenda bajarê Efrînê vekiriye.
Berpirsê rêxistina Efrînê ya PDK-Sê û Endamê Komîta Navendî Horo Osman ji Welat TV re da zanîn, ku piştî demekê ji xebatê nivîsgeh hat vekirin, û ew ê tê de karê rêxistinî û siyasî bikin.
Osman da zanîn ku, nivîsgeh ne bi tenê ya partî ye lê belê ya tevaya gel e, ew ê xizmetî gel bikin, her weha semînarên siyasî, rewşenbîrî li dar bixin.
Piştî çend salan ji girtinê careke din nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-S li Efrînê vedibe, ku dawîn car di serdema "Rêveberiya Xweser" a PYDê de hatibû girtin.