Iraqê hişiyarî ji berdewamiya girjiyan li Sûriyê da
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên dilgiraniya xwe derbarê girjiyên Sûriyê derbirand û banga piştavniya çarseriyên aştiyane kir.
Wezareta Derve ya Iraqê îro di daxuyaniyekê de got ku Fûad Hisên di civînekê de li gel Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî li Dohayê dilgiraniya Iraqê ji girjiyên berdewam li Sûriyê nîşan da.
Fûad Hisên hişiyarî ji berferhbûna girjiyan bo asta herêmê da û banga zêdekirina hewlên navdewletî û herêmî kir ji bo kêmkirina girjiyan û piştgiriya çareseriyên aştiyane.
Duh jî, Hisên û Wezîrê Derve yê Siûdiyê Fêsel Bin Ferhan li Ryadê da zanîn ku nebûna aramiyê li Sûriyê kirîzan zêde dike û gefê li ewlehiya herêmê dixwe.
►Her weha bixwîne: El-Sûdanî: Amadebûna El-Şeri' li Lûtkeyê giring e ji bo zelalkirina dîtina Sûriyaya nû