Şêniyên gundê Kefirsefrê yê Efrînê bi milyonan şitil çandine
Welat TV – Hewlêr
Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê dema çandina şitilên daran e.
Gundê Kefirsefrê, yek ji gundên herî navdar e ku şêniyên wê bi çandina şitilên daran tê naskirin.
Li gund nêzîkî 100 hingar hene, salane bi sedê hezaran şitil têne çandin.
Li gorî cotkaran ji ber vegera şêniyên gund, îsal careke din weke berê bi milyonan şitil hatine çandin.
*Curên şitilan
Hejmara herî mezin a şitilan ên zeytûnan e, her weha şitlên mêwan, hinar, leymûn, hirmî, çeftelî û curên din tê çandin.
Îsal hejmareke mezin hatine çandin, ji ber ku rê vebûne cotkar dikarin weke berê, şitilan ji bo hemû dever û parêzgehan bişînin û bifroşin.
Ji bilî gundê navbûrî, li hin gundên din ên Efrînê şitil têne çandin û xwedîkirin.