UN ji bo pêşkêşkirina alîkariyên tendirustî li Sûriyê 3 milyon dolar dan "Tendirustiya Cîhanî"
Welat TV - Hewlêr
Netewên Yekgirtî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên tendirustî yên bilez li seranserî Sûriyê 3 milyon dolarên Emerîkî pêşkêşî Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî kir.
Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî da zanîn, tê pêşbînîkirin ku zêdetirî 530 hezar kesî ta 6 mehên bê ji van alîkariyan sûdê werbigrin, her weha derdora 5 milyon kes jî bi rêya başkirina xizmetguzariyên tendirustî li Sûriyê sûdê werbigrin.
Rêxistinê diyar kir ku, alîkariyên bo rêxistinê hatine dan dê girîngiyê bidin xizmetguzariyên pizişkî yên sereke, çavdriya nexweşan û guhdana derûnî li parêzgehên ku rastî derbiderî hatine û kirîzên mirovî lê berdewam in. Her weha ev piştevanî dê Rêxistinê û hevalbendên wê li Sûriyê han bide ji bo pêşkêşkirina zêdetir ji 1.3 milyon ji dermanan û zêdetirî 19 Hezar alavên tendirustî bo navendên tendirustî li ser asta Sûriyê, her weha pêşkêşkirina 19 tîmên pizişkî yên gerok li dever û bajaran mîna Heleb, Reqa, Hema, Dêra Zor, Hims, Laziqiyê û gundewarê Şamê.
Nûnera Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî li Sûriyê Kiristîna Bîskî got ku ev perpêdan roleke çalak di zêdekirina xizmetguzariyên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî de dilîze.
Li gorî daxuyaniya Rêxistinê Hejmara kesên ku pêwîstiya wan bi piştevaniya tendirustî ya bilez li Sûriyê hene zêdetirî 15.8 Milyon kes in di nav de derdora 7.4 milyon derbiderên navxwe ne.
Daxuyaniya Rêxisitinê diyar kir ku, ji wê hejmarê 69% li derveyê kampan dijîn û 31% jî li kampan dimînin û ji xizmetguzariyên sereke jî bê parin. Li gorî Rêxistinê sîstema tendirustî li Sûriyê rûbirûbûyî fişareke berfireh tê, ji ber ku bi tenê 59% ji nexweşxaneyan û 46% ji navendên tendirustî kar dikin.
Rêxisitina Tendiustî ya Cîhanî da zanîn jî, ku dermanên sereke li Sûriyê sînordar in û têçûna çareseriyê jî ji karînên piraniya malbetan zêdetirin ev yek jî metirsiya belavbûna nexweşiyan zêde dike. karta Tendirustî li Sûriyê di rewşeke xirabe de ye û hîn jî gelek deverên Sûriyê ji xizmetguzariyên pizişkî bê par in.