Urdinê hewleke qaçaxiya madeyên hişbir ji Sûriyê têk bir

Urdinê hewleke qaçaxiya madeyên hişbir ji Sûriyê têk bir

Welat TV - Hewlêr

Artêşa Urdinê dest danîn ser bireke mezin ji madeyên hişbir ku ji Sûriyê bi qaçaxî bo Urdinê dihate derbaskirin.

Artêşa Urdinê di daxuyaniyekê de got ku hêzên wê li devera leşkerî ya rojhilatî hewleke derbaskirina madeyên hişbir ji Sûriyê têk bir.

Daxuyaniyê diyar kir ku hêzên Urdinê êrîşî hejmarek qaçaxçiyan kir, ku hewl didan madeyên hişbir ji Sûriyê derbadsî Urdinê bikin, û bireke mezin ji madeyên hişbir desteser kir.

Artêşa Urdinê wêneyên madeyên desteserkirî belav kirin, tê de bi sedan tûrên hebên kaptagon û heşîşê diyar in.

Tevî hilweşîna Rêjîma Esed, hîn qaçaxiya madeyên hişbir li Sûriyê berdewam e û bûye metirsiyeke mezin li ser hemû nifşên civakê.

►Her weha bixwîne: Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûrî dest danîn ser kargeheke Kaptagonê