Qamişlo.. Bi amadebûna serokê ENKS civîna serokên Encûmenên Xwecihî hat lidarxistin

Qamişlo.. Bi amadebûna serokê ENKS civîna serokên Encûmenên Xwecihî hat lidarxistin

Welat TV – Hewlêr

Bi amadebûna serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Mihemed Ismaîl, civîna serokên encûmenên Xwecihî yên bazneya rojavayê Qamişlo hat lidarxistin.

Serokê ENKS, behsa rewş û pêşhateyên dawiyê li ser astên siyasî xwecihî û navdewletî û herêmî kir.

Ismaîl her weha behsa mîkanîzmên Konfiransa Yekrêzî û yekhelwesta Kurdî kir.

Ji aliyê xwe ve jî Neşet Zaza berpirsê Nivîsgeha karûbarên xwecihî di daxuyaniyeke bo Welat TV, behsa civînan kir û da zanîn ku mijarên rêxistinî û siyasî li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Zaza diyar kir, me tekezî li ser parastina derencamên Konfiransê yekrêziyê ji bo avakirina Sûriyaya nû mafên hemûyan tê de parastî be kir.