Li Efrînê demsala pelên mêwan e.. Berhem kêm e lê nirx baş e

Welat TV – Hewlêr

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, weke her deverekê baran kêm bariya, lewma bandor li berheman kiriye, pelên mêwan yek ji wan berheman e, ku niha li Efrînê demsala berhevkirina wê ye û rêjeya berhemê kêm bûye.

Ji dawiya Nîsanê heta Gulanê, ji her salê berhevkirin mêwan dest pê dike, cotkar li bendê dimînin da ku berhema xwe li bazara Hal a bajêr bifroşin.

*Rê vebûne

Yûsif Evîndar yek ji bazirganan e ji Welat TV re got: Şênî vegeriyana û liv û tevger baş e nexasim rêyên tevaya parêzgehan vebûne, ew yek hiştiye ku berhem bi nirx bibe.

Evîndar diyar jî kir, ku kêmbarînê berhem kêm kir, lê berewerdî bi salên bûrî re nirx baş e, û îsal berhem diçe hemû parêzgehan, salên bûrî tenê diçû Idlibê.

*Ji 25 tonan daketiye 12an

Bazirganekî din tekez kir ku salên bûrî, rojane 20 - 25 ton dihat bazara Hal a li bajarê Efrînê, lê îsal 10-12 ton tên, sedema sereke ya kêmbûna berhemê baran e.

Diyar kir, lê ya baş ew e ku nirxê baş û bilind in yek kilo bi zêdetirî 3 dolaran e.

Herêma Efrîna bi demsal û berhemên xwe yên cur bi cur tê naskirin, demsala pelên mêwan yek ji jêderên sereke ya bi hezaran malbatên Efrînê ye, ku ji bilî pelan, demsala qoro û tirî jî pişt re tê.