Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî bo Welat TV: Em Konfiransa Yekrêziya Kurdî pîroz dikin
Welat TV - Hewlêr
Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, ENKS serdana baregeha partiya Yekîtiya Suryanî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de pêşhateyên dawiyê li ser asta Sûriyê û deverê hatin gotûbêjkirin.
Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senharîb Bersûm ji Welat TV re got: Serdanên weha pir girîng in û peywendiyên di navbera her du gelên Suryanî û Kurdî de bihêz dikin.
Bersûm da zanîn: Em konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî pîroz dikin û bi gaveke dîrokî bi nav dikin û em bi erênî li derencamên wê dinêrin.
Bersûm hêvî kir ku konfiranseke giştî were lidarxistin, tê de mafê hemûyan di Sûriyayeke nenavendî parastî be.