El-Şeybanî: Seredana me bo Fransa xaleke guherînê di gelek doseyan de durist kir
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê derve yê Sûriyê dibêje ku seredana wan bo Fransa xaleke guherînê di gelek doseyan de, durist kir.
Ese'd El-Şeybanî di daxuyaniyekê de piştî bidawîhatina seredanê bo Fransa li ser tora "X"ê got ku "wê seredanê xaleke guherînê di doseya rakirina sizayan de li ser Sûriyê, bihêzkirina ewlehiya herêmî û damezirandina jîngeheke herdemî ji bo aştî û weberhênana bazirganî li deverê, durist kir".
El-Şeybanî got jî, serkeftina seredanê ne bi tenê li ser asta siyasî tê, lê dibe nişana viyana berdewam di xurtkirina avakirina pêwendiyên wan ên navdewletî de, li ser bingehên bihêz ên hevkariya hevbeş û rêzgirtinê.
►Her Weha Bixwîne.. El-Şeri’ gihişte Fransa û li gel Makron dicive
شكلت الزيارة التاريخية إلى باريس رفقة فخامة الرئيس أحمد الشرع، نقطة تحول في ملف رفع العقوبات المفروضة على سوريا، وتعزيز الأمن الإقليمي، وخلق بيئة دائمة للسلام والاستثمار التجاري في المنطقة. pic.twitter.com/jPKTyMA3gc
— أسعد حسن الشيباني (@AsaadHShaibani) May 7, 2025