Welatiyekî Kobaniyê wenda bûye û malbat banga alîkariya dike
Welat TV - Hewlêr
Welatiyekî bitemen ji gundê Hewlaqiyê li Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê wenda bûye û malbata wî banga xwe digihîne her aliyekî ji bo dîtina wî û eşkerkirina zanyariyan li ser çarenivîsa wî.
Malbatê ji Welat TV re got: Eslan Ehmed ji 10 rojan ve ji mala xwe derketiye û venegeriyaye, û heta niha ew zanyariyan li ser nizanin.
*Rewşa wî ya tendirustî ne aram e
Malbatê diyar kir, Eslan 60 salî ye, nexweş e û rewşa wî ya tendirustî ne aram e. Her weha da zanîn jî, ku tu têkilî û peywendiya wî bi mijar û çalakiyên siyasî re tune ye.
Malbat di rêya Welat TV re bang li hemû aliyan kir ku alîkariya wan ji bo dîtin û vegerandina wî bikin.