Serok Barzanî: Bi hêvî me rojek were Kurd azad û serbixwe bin
Welat TV – Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî di hevdîtineke taybet de li gel kenala Şems da zanîn ku "Miletê me di tu deman de bê omîd nebû û bi berxwedana xwe gihişte mebesta xwe".
Serok Barzanî, got "Di rêjahiya xebata xwe de Kurdan qurbanî dane, 180 hezar bêguneh hatin şehîdkirin, di çend çirkeyan de 5 hezar li Helebce şehîd kirin, her weha 12 hezar ciwanên Kurdên Feyelî û 8 hezar Barzanî bêserûşûnkirin".
Serok Barzanî diyar kir "Şer ji her tiştekî xerabtir e lê ya ji wê xerabtir xweradestkirin e, xebata me jî ji beriya 100 salî ve berdewam dike li gel Şêx Ebulselam Barzanî dest pê kir".
Serok Barzanî da diyarkirin "Xwendin mercê pêşketinê ye, em rastî bombebaranê dihatin û zarokên me di şikeftan de dixwendin, û dest ji xwendin û zanînê bernedan".
*Rewşa Sûriyê
Serok Barzanî diyar kir, "Guhartin li Sûriyê pêşbînkirî bû lê ne bi vê lezê, helwesta hikûmeta nû erênî ye, peywendiyên me yên rasterast tune ne lê yên ne rasterast hene, û peyamên erênî ji me re dişînin ku dixwazin aştî û aramî belav bibe û bigihin rêkeftinekê li gel Kurdan".
*Yekhelwesta Kurdî
Serok Barzanî da zanîn "Me hewl da ku helwesteke yekgirtî û nêrîneke hevbeş a Kurdan li Sûriyê ji Hikûmeta nû hebe. Em piştevaniya yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin, da ku pirsgirêkan di rêya diyalogê çareser bibin".
*Çanda lêbûrînê
Serok Mesûd Barzanî got jî "Di dirêjahiya dîrokê de tu carî pirsgirêkên olî û mezhebî li ba me rû nedane, çanda me li ser bingeha lêbûrînê ye".
*Kurdistan perçe kirin
Serok Barzanî got: "Rêkeftina Lozan, Kurdistan perçe kir û azarên Kurdan zêde kirin, weke her gelekî Ji mafê gelê Kurd e çarenivîsa xwe diyar bike, û ez bi hêvî me rojeke were Kurd azad û serbixwe bin".