Semawî: PKKê xwe hildiweşîne û Ocelan tê serbestberdan
Welat TV - Hewlêr
Şirovekarê siyasî Ebdulrehîm Semawî da zanîn ku heftiya bê serokê PKK, Ebdulah Ocelan tê serbestberdan.
Ebdulrehîm Semawî ji Welat TV re behsa hûrguliyên lidarxistina kongira PKK kir û got: Ocelan bi rêya telefonê beşdarî kongireyê bû, PKK ta du rojên bê, encamên kongira xwe radigihîne.
Şirovekarê siyasî Ebdulrehîm Semawî eşkere kir ku di çarçoveya du rojan de PKK xwe hildiweşîne û çek datîne û dest bi vekişanê ji baregehên xwe dike.
Ebdulrehîm Semawî diyar kir ku PKK ji mercên xwe yên berê derbarê çekan hat xwar. Ta dawiya Hezîranê piroseya danîna çekên PKK bi dawî dibe.
Şirovekarê siyasî Ebdulrehîm Semawî da zanîn, Bi hezaran kes ji zîndanên Turkiyê tên berdan her weha Ocelan hefiyta bê tê serbestberdan.
Şirovekarê siyasî Ebdulrehîm Semawî dot jî, perlemana Turkiyê dê yasayên nû derbarê doza Kurdî derxîne.
*Kongira PKK
Li gorî daxuyaniyekê ji PKK, li ser banga Ocelan kongira wê ya 12'emîn di navbera 5 - 7ê vê meha Gulanê de hat lidarxistin û li ser bingeha wê bangê, biryarên girîng derbarê karên PKK hatin standin.