Emerîka: Destnîşankirina Ehmed El-Hayis di pileyeke leşkerî de şaşîtiyeke mezin e
Welat TV - Hewlêr
Emerîka destnîşankirina Ehmed El-Hayis (Ebû Hatim Şeqra) di pileyeke leşkerî ya fermî de li Sûriyê bi şaşîtiyeke mezin bi nav kir.
Berdevka wezareta Derve ya Emerîka Tammy Bruce di kongirekê de, li ser destnîsankirina Ehmed El-Hayis weke fermandarê furqeya 86an a Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta veguhêz a Sûriyê axivî û got, biryara desthilatê bi destnîşakirina vî kesê ku dîroka wî dagirtî ye ji encamdana tawanan li dijî mafên mirovan û astengkirina hewlên têkbirina Rêxistina DIAŞê di posteke fermî de şaşîtiyeke gelekî mezin e û Emerîka piştgiriya vê yekê nake.
Bros da zanîn, Rewşa Sûriyê li jêr çavdêriya berdewam e, û ew her pêşhateyeke nû bi cidî dişopînin.
*"Kujerê Hevrîn Xelef e"
Ehmed El-Hayis yê naskirî bi navê Ebû Hatim Şeqra, fermandarê çekdarên Ehrar El-Şerqiya bû, û tometbar e bi kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef di sala 2019an de.
Ji ber binpêkirinên wê grûpê li Efrîn û Serê Kaniyê û deverên din, El-Hayis di sala 2021an de ji aliyê wezareta gencîneyê ya Emerîkî ve jî hatiye sizadan.