Siyasetmedarekî Sûrî banga dadmendiya veguhêz û dubare nivîsandina ragihandina destûrî dike

Siyasetmedarekî Sûrî banga dadmendiya veguhêz û dubare nivîsandina ragihandina destûrî dike

Welat TV - Hewlêr

Siyasetmedarê Sûrî Mûaz Xetîb, banga dubare nivîsandina ragihandina destûrî ya Sûrî kir, ku tê de mafên hemûyan hebe û parastî be.

Siyasetmedarê Sûrî Mûaz Xetîb li ser rûpela xwe ya torên civakî da zanîn ku Civak û welatê Sûriyê mulkên gel in, ne qada ezmûnan e, dem hatiye ku pispor û xwediyên bawernameyan rola xwe bibînin û bilîzin.

Da zanîn ku pêwîstiya Sûriyê ku bi pirengiya xwe navdar e, bi danîna pir û têkiliyan li gel hemû aliyan û damezrandina ewlehî û aştiyê heye.

*"Kurd, Turk, Faris û Ereb pêkhateyên deverê ne"

Siyasetmedarê Sûrî Mûaz Xetîb diyar kir, ku deshilatdarî diçin û divê gel kîna dijmantiyê bi xwe re ranekein, Kurd, Turk, Faris û Ereb her 4 pêkhateyên deverê ne, divê nimûneyeke şaristanî li ser bingeha seqamgîrî û geşepêdanê ava bikin.

Siyasetmedarê Sûrî Mûaz Xetîb li ser asayîkirina peywendiyan bi Israîlê re got; biryar a gel e, ji ber her asayîkirineke bi neçarî ji nav çûye û bi ser neketiye.

Mûaz Xetîb got jî, dewlemend û pisporên abûrî yên Sûrî hene dikarin Sûriyê ji vê rewşê derxînin, û divê piştevaniya avakirina Sûriyê were kirin.

*Erkê olan

Mûaz Xetîb got ku erkê olan lihevkomkirina dilan e ne gotara tundûtujî û çandina kîn, zikreşî û nehezkirinê ye.

Xetîb got: Berxwedan, eqîde û hizr e, û aştî daxwazeke girîng e, her weha vekişandina çekan ji her deverekê divê bi yeksanî were encamdan.

Dadmendiya veguhêz

Siyasetmedarê Sûrî Mûaz Xetîb diyar kir ku dadwerî bingeha desthilatê ye û dadmendiya veguhêz yek ji bizavên wê yên sereke ne ku çavên Sûriyan li ser e.