Bûyereke hatinûçûnê 6 sivîl li ser rêya Şamê kirin qurbanî

Bûyereke hatinûçûnê 6 sivîl li ser rêya Şamê kirin qurbanî

Welat TV - Hewlêr

6 sivîlan di encama bûyereke hatinûçûnê de li ser rêya Şamê jiyana xwe ji dest da.

Jêderên xwecihî da zanîn, ku di encama bûyereke hatinûçûnê li ser Dêra Zor û Tedmurê 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û hejmareke seriyên pêz jî mirin.

Jêderan got: Baseke rêwiyan û barhilgireke pêz li hev qelibîn di encamê de ziyaneke mezin a canî û madî hat tomarkirin.

Jêderan da zanîn ku ji bilî jiyanjidestan û birîndaran, derdora 20 seriyên pêz mirin. 

►Her weha bixwîne.. 17 Kes di 3 bûyerên hatinûçûnê de li Sûriyê birîndar bûn