El-Hicrî banga destwerdaneke navdewletî dike: Israîl ne dijmin e
Welat TV - Hewlêr
Serokê Ruhî yê Durzaiyan li Sûriyê Şêx Hikmet El-Hicrî da zanîn ku Sûriyê di kirîzekê de ye û banga destwerdaneke navdewletî kir.
Şêx Hikmet El-Hicrî ji rojnameya The Washington Post re di hevdîtinekê de li bajarokê Qinewat li ser girjiyên li başûrê Sûriyê da zanîn ku Sûriyê di kirîzekê de ye û banga destwerdaneke navdewletî kir.
Derbarê Israîlê de, El-Hicrî got ku ”wan salên dirêj di bin siloganên dijmantiya Israîlê de derbas kirin lê divê ew girîngiyê bidin doza Sûrî û Israîl ne dijmin e”.
Beriya niha jî, Serokê Rûhî yê Durziyan got ku "baweriya wan bi Hikûmeta Şamê nemaye, ji ber ku ev hikûmet miletê xwe bi rêya grûpên tundrew dikuje û bi mêjiyekî Tayîfî hizir dike”.
►Her weha bixwîne: El-Hicrî: Em ne girûpên dervî yasayê ne û baweriya me bi bi Hikûmeta Şamê nemaye