Eymen Esferî: Paşguhkirina pêkhateyan bûye sedema parçebûna civakê li Sûriyê

Eymen Esferî: Paşguhkirina pêkhateyan bûye sedema parçebûna civakê li Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Karsazê Sûrî Eymen Esferî da zanîn ku hikûmeta veguhêz a Sûrî gelek desthilat bi dest xwe xistine û ew ji wê bê hêvî ye.

Esferî di hevdîtinekê de li gel kenala BBC got: ”Divê desthilata hikûmeta Şamê sînordar be, weke parastina ewlehiya Sûriyê û amadekariyên lidarxistina hilbijartinên azad û pak”.

Karsazê Sûrî diyar kir ku hilweşandina dezgehên hikûmî yên leşkerî û sivîl ji aliyê hikûmeta Şamê ve biryareke şaş bû û da zanîn: ”Nabe artêşa Sûriyê ji aliyê Desteya Tehrîr El-Şam û çekdarên biyanî ve bi rê ve biçe û hikûmet ji aliyên din bixwaze tevlî vê artêşê bibin”.

Li gorî Esferî, rêya tekane ji bo avakirina Sûriyê ew e ku hikûmeteke giştgir were avakirin û hemû pêkhateyan li xwe bigire.

Esferê got jî: ”Paşguhkirina pêkhateyan bûye sedema parçebûna civakê li Sûriyê û behaneyan li pêş destwerdanên derekî dirust dike, weke destwerdanên Israîlê bi behaneya parastina Durziyan”.

Eymen Esferî da zanîn jî ku ragihandina Destûrî daxwazên gelê Sûriyê bi cî nake ji ber ku tê de behsa demokrasiyê nehatiye kirin.

►Her weha bixwîne: Karsazê Sûrî Eymen Esferî: Avakirina dewleteke nûjen li ser bingeheke olî ne pêkan e