Yekem nexweş bi taya xwînberbûnê li Duhokê jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Yekem mirina bi nexweşiya taya xwînberbûnê li parêzgeha Duhokê hat tomarkirin.
Rêveberê nexweşxaneya Azadî Sekvan Silêman di daxuyaniyekê de da zanîn ku, îro 10 Gulana 2025an, yekem nexweş ku jineke 45 salî bû bi taya xwînberbûnê jiyana xwe ji dest da.
Da zanîn ku beriya sê rojan hat nexweşxaneyê û guman lê hebû ku hilgirê wê nexweşiyê ye, piştî encamên pişkinîna wê ji Bexdayê hatin, derket hilgir e û di heman rojê de jiyana xwe ji dest da.
Dr. Silêman diyar kir qurbanî, pez xwedî dikir û ji şêniyên navçeya Şêladizê ya bi ser devera Akrê ve ye û tu kes ji malbatê wê pê neketiye.
*Yekem pêketî
Wezareta Tendirustiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 2yê Gulana îsal yekem pêketina nexweşiyê li Herêma Kuristanê ragihandibû.
Wezaretê abû zanîn ku ji şêniyên Koyê ye 42 salî weke gotşfiroş kar dike û rewşa wî ya tendirustî aram e.