Rêxistineke Mafnasî: 300.000 mayîn li Dêra Zorê belav dibin

Rêxistineke Mafnasî: 300.000 mayîn li Dêra Zorê belav dibin
Toreke Mafnasî: 300.000 mayîn li Dêra Zorê belav dibin

Welat TV - Hewlêr

Rêxistineke mafnasî eşkere kir ku bi sedên hezaran mayîn li parêzgeha Dêra Zorê hatine çandin û ev yek metirsiyeke mezin e û sivîl dibin qurbanî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got ku hejmara mayînên ku di salên bûrî yên şer de li Dêra Zorê hatine çandin nêzîkî 300.000 mayînî ye, û li derdora bajarok û gundên şên hatine çandin.

Li gorî raportê, tîmên pispor ta niha karîne bi tenê 13.000 mayînî rakin, û proseya rakirina mayînan rastî astengiyên teknîkî û locistî tê.
 
Her weha amaje kiriye ku bi sedan sivîl di nav wan de jin û zarok jî hene, bûne qurbaniyên teqîna van mayînan li deverê.

Rewangeha Sûrî tekez kiriye ku pêwîstiya doseya mayînan li Dêra Zorê, ji doseyên sereke ye û divê aliyên pêwendîdar yên xwecihî û navdewletî kar li ser bikin û sivîl werin parastin.

►Her weha bixwîne.. JI destpêka salê ve.. 727 kes bûne qurbaniyên paşmayên şer