Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li biryara PKKê ya xwehilweşandinê dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de pêşwazî li biryara PKK ya xwehilweşandinê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got, "Biryara PKKê ya xwehilweşandinê û danîna çekan gaveke çarenûsî ye ku rûpeleke nû li herêmê vedike".
*"Rêya diyalogê vedike"
Serokê Herêma Kurdistanê got jî, "Ev gav nîşana pêgihiştina siyasî ye û rê ji diyalogeke rastîn re vedike ku pêkvejiyan û aramiyê li Turkiyê û seranserê herêmê xurt dike".
"Gaveke girîng e"
Nêçîrvan Barzanî da zanîn, "Niha dema wê ye û çavên hemûyan lê ye ku ev gava girîng bi gavên din ên erênî û pêwîst yên hemû aliyên têkildar were bersivdan. Ev zemîneke rast û dirust tîne holê û dibe bingeha aştiyeke herdemî û giştgir ku dawiyê li dehên salên tundî, êş û janan tîne û deverê ber bi asoyek nû ya pêşketinê ve dibe".
"Herêma Kurdistanê piştgir e"
Serokê Herêma Kurdistanê, got "Herêma Kurdistanê wek her tim piştgiriya hemû hewlên ji bo çareserkirina nakokiyan bi awayekî aştiyane dike". Hêvî kir ku ev destpêşxerî bibe xala guhertineke yekcarî.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir "Em hemû amadebûna xwe diyar dikin ji bo berdewamiya pêşkêşkirina hemû awayên alîkarî û hevkariyê ji bo serkeftina vê derfeta dîrokî".