Serok Barzanî û Konsulê Giştî yê Filistînê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kir

Serok Barzanî û Konsulê Giştî yê Filistînê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê li Hewlêrê Mahir Elkerkî îro 13ê Gulana 2025 li Hewlêrê civiyan.

Li hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Filistînê, ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Filistînê, de silavên Serok Mehmûd Ebas Serokê Filistînê û serkirdayetî û gelê Filistînê bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser girîngiya berdewamî û pêşxistina peywendî û dostayetiya di navbera her du aliyan kir.

*Peywendiyên gelên Kurdistanê û Filistînê

Serok Barzanî bal kişand li ser peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Filistînê ya li qonaxên cuda yên xebata rewa ya gelê Filistînê ji dema Serok Yaser Erefat heta Serok Mehmûd Ebas û tekez jî li wê yekê kir ku doza gelan eger hinek li rawestgehan de jî rastî şikest yan rawestanê bibin lê belê tu demekê bi dawî nayên.

*Serok Barzanî hêviya dawîhatina êş û karesatan dike  

Serok Barzanî hêvî jî xwest ku dawî bi wê karesat û êşan bê ku li ser gelê Filistînê de hatiye û doza rewa ya gelê Filistînê bigihe aştî û çareseriyeke rewa.