Nêçîrvan Barzanî: Mamoste pêşeng û stûna sereke ya avakirina civakê ne

Nêçîrvan Barzanî: Mamoste pêşeng û stûna sereke ya avakirina civakê ne

Welat TV - Hewlêr 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê bi bîr anî û got: Mamoste pêşeng û stûna sereke ya avakirina civakê û garantiya perwerdekirina wan mirovên hişyar in ên ku şanaziyê bi nasnameya xwe dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: "Salvegera şêst û sêyemîn a avakirina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li hemû mamosteyên hêja yên Kurdistanê û Sekreteriya Yekîtiya Mamosteyan pîroz dikim, hêviya serkeftin û pêşketina berdewam ji wan re dixwazim".

Nêçîrvan Barzanî da zanîn "Em peyama bilind û rola mamosteyan ya perwerdekirin û pêşxistina nifşan bilind dinirxînin û em ê hemû hewlekê bidin ji bo peydakirina jiyaneke hêjayî wan ku li gorî pêgeha wan a perwerdehî û niştimanî be. Em ê karê xwe yê ji bo misogerkirina jîngeheke fêrkirinê ya dirust û hemdem berdewam bikin ku weberhênaneke rasterast ya pêşeroja Kurdistanê ye".

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir "Mamoste pêşeng û stûna sereke ya avakirina civakê û garantiya perwerdekirina wan mirovên hişyar in ên ku şanaziyê bi nasnameya xwe dikin. Di hemû qonaxan de dilsoziya xwe diyar kir, ji qadên tekoşînê heta bi holên fêrkirinê, hertim parêzerên hişyarî, ziman û nirxan bûn. Rola wan a berdewamiya pêvajoya fêrkirinê di şert û mercên herî dijwar de cihê rêz û sipasdariyê ne".

Di dawiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir Em destxweşiyê li Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê dikin ji bo nûnertiya wê ya mamosteyan û parastina mafên wan. Bi rêzdarî em qurbanîdana wan mamostayên ku canê xwe di rêya azadiyê de dan, bi bîr tînin. Silav ji bo hemû wan mamostayên ku bi dilsozî û fedakaî erka xwe ya pîroz pêk tînin.