Dayikeke ji Kobanî banga serbestberdana kurê xwe dike
Welat TV - Hewlêr
Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê ji beriya nêzîkî 4 mehan ve li Himsê hatiye girtin û malbata wî bi rêya "Welat TV" banga eşkerekirina çarenivîsa wî dike.
Ciwanê bi navê "Farûq Fewaz El-Elo" di 17ê Çileya bûrî de berê xwe dida Libnanê û hevjîn û du zarokên wî li gel bûn.
Dema ku gihiştin rêbendeke Ewlekariya Giştî li nêzîkî bajarê Qisêr yê Himsê, hate girtin.
Dayika Farûq di hevdîtinekê de li gel "Welat TV" got ku endamên wê rêbendê Farûq ji pasê peya kir û ew bir, û hevjîn û zarokên wî serbest berdan.
Da zanîn jî kurê wê berê xwe dida Libnanê ji bo kar û ew sedema girtina wî nizanin, û ta niha çarenvîsa wî ne diyar e.
Farûq Fewaz El-Elo xelkê gundê Dadalî yê bi ser Kobanî ve ye, Dayika wî bi rêya "Welat TV" bang li aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Veguhêz û rêxistinên mafên mirovan kir ji bo eşkerekirina çarenivîs û serbestberdana wî.