Serok Barzanî tekeziyê li ser peywendî û dostaniya dîrokî ya gelê Kurdistan û Fransa dike
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û konsulê giştî yê Fransa li Hewlêrê Yan Braem civiyan.
Baregeha Barzanî da zanîn ku di civînê de, rewşa siyasî li Iraqê û deverê her weha peywendiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fedral a Iraqê de gotûbêj kirin.
*Pêkanîna kabîneya dehem
Baregeha Barzanî diyar kir ku her du aliyan rewşa hundirîn a Herêma Kurdistanê, û proseya giftûgoyê di navbera aliyên siyasî de ji bo pêkanîna kabîneya dehem a hikûmetê, gotûbêj kir.
*Dostaniya dîrokî ya gelê Kurdistanê û Fransa
Baregeha Barzanî got ku di civînê de serok Barzanî û konsulê giştî yê Fransa li Hewlêrê Yan Braem tekezî li ser peywendî û dostaniya dîrokî ya gelê Kurdistan û Fransa kir.