Li ser vexwendineke fermî.. Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye

Li ser vexwendineke fermî.. Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî gihişt Bexdayê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê, li ser vexwendineke fermî ji Serokwezîrên Îraqê Mihemed Şiya El-Sûdanî, di çarçoveya lidarxistina Lûtkeya Erebî de, tê.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab got, ev vxwendina ku ji Serokê Herêmê re hatiye, tekeziyê li ser amadebûna wî ya kara di hevkêşeyên herêmî de dike.

Îro 17ê Gulana 2025an, karên Lûtkeya Welatên Erebî li Bexdayê dest pê kirin û şandek bi serokatiya Esed El-Şeybanî nûnertiya Sûriyê dike.