Serokê Herêma Kurdistanê û serokê Îranê bihêzkirina hevkariya hevbeş gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de, Nêçîrvan Barzanî û serokê Iranê Mesûd Pizîşkiyan kêfxweşiya xwe bi asta peywendiyan her du aliyan derbirand û tekezî li ser xwesteka her du aliyan ji bihêzkirina hevkariya hevbeş bi teybat di warên bazirganî û abûrî de kir.

*Siyaseta cîrantiya baş

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pabendbûna Herêma Kurdistanê bi siyaseta cîrantiya baş a li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û rêzgirtinê tekez kir, her weha amaje bi peywendî û hevkariya dîrokî di navbera her du aliyan de kir.

*Çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyane

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Iranê Mesûd Pizîşkiyan pêşhateyên deverê gotûbêj kirin û li ser girîngiya parastina seqamgîrî û çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyane hevnerîn bûn.