Serok Barzanî rola helbestvanê Kurd ê navdar Midhet Ebdulah bilind dirinxîne

Serok Barzanî rola helbestvanê Kurd ê navdar Midhet Ebdulah bilind dirinxîne

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî rola helbestvanê Kurd ê navdar Midhet Ebdulah ku bi Midhet Bêxew naskirî ye, bilind nirxand.

Baregeha Barzanî da zanîn ku serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li helbestvan Midhet Bêxew kir û rola wî di bizava wêje û rewşenbîriya Kurdî û dewlemendkirina wêjeya şoreşî, niştîmanperwerî, û Kurdayetiyê de bilind nirxand.

*Pêşxistina netewexwazî û hezkirina welêt

Baregehê da zanîn ku serok Barzanî amaje bi helbesta wî ya bi navê "Heta em di jiyanê de ne em pêşmerge ne", kir, ku bi dengê hunermendê mezin Fûad Ehmed bûye stran, her weha di rêya çend sirûd û helbestên din ên netewî pencemora xwe di pêşxistina netewexwazî û hezkirina welêt li nav rêzên Pêşmergeyan û şêniyên Kurdistanê de diyar bû.

*Serok Barzanî destxweşiya wî dike 

Baregeha Barzanî da zanîn ku serok Mesûd Barzanî, destxweşî li erk û keda hilbestvanê Kurd Midhet Bêxew li ser pêşkêşkirina helbest û sirûdên zarokên Kurdistanê kir û her weha hêviya tendirustî û temeke dirêj jê re xwest.