Serok Barzanî: Silav bo hemû pêşmergeyan ez çavên wan maç dikin

Serok Barzanî: Silav bo hemû pêşmergeyan ez çavên wan maç dikin

Welat TV - Hewlêr 

Serok Mesûd Barzanî îro 20 Gulana 2025an peyamek belav kir.

Peyama Serok Mesûd Barzanî li salvegera 63yemîn a tevlîbûna xwe di nav hêzên pêşmerge de ye.

Serok Barzanî peyama xwe li tora civakî "X" belav kir û got: "Silav bo hemû pêşmergeyan, ez çavên wan maç dikin".

Serok Barzanî da zanîn jî "Silav bo ruhê pak ê şehîdan, bo hemû qehremanên ku ev roj dirust kir û bûn şanaziyên gelê xwe".